nem

Hêw
Îngîlîzî: humidity
Soranî: نم,شێ
Dimilkî: hût
Latînî: humiditas
Hindî: नमी (namee)
Urdu: نمی
Yunanî: υγρασία (ygrasía)
Farisî: نم
Erebî: رطوبة
Fransî: humidité
Spanî: humedad
Elmanî: Feuchtigkeit
Kurmancî: hêw

Mane:

Hêw, li hewayê pîvana mîqdara hilma avê ye.

Di Hevokê De:

Havadaki nem oranı çoğu bitkinin yetişmesi için belirleyicidir.

Hêwa hewayê ji bo mezinbûna piraniya nebatan diyarker e.

Di Paragrafê De:

Hêw, li hewayê pîvana mîqdara hilma avê ye. Hêwa nisbî têkilîya mîqdara rêjeya hilma avê li hewayê û rêjeya mîqdara herî zêde ya hilma avê li hewayê dipîve. Germîya hewayê çiqas bilindtir bibe, ew qas zêde hilma avê dikarê hilgire. Hêwa nisbî ew e ku spîkerê hewayê ji we re her sibe dibêje.

Kelîmeyên Têkildar:

hilm: buhar, vapor

rêje: oran

sıcaklık: germî, temperature

pîvan: measure

bitki: nebat

Qertaf(ek):

hêw: nem

hêw-î: nem-li

hêw-î-ker: nemlendirici

Rave:

Hêw, ritubet, nem, rewa çend varyant in. Soran bêhtir ”شێ” (şêw) bikartînin. Ev li nav kurmanca nayê bikaranîn. Faris, Tirk, Hîndî û Urdî jî nêzikê ‘nem’ bikartînin ku ”nem” xuyaye peyvek îranî ye. Lê nav kurmanca naye bikaranîn. Ritubet erebî ye. Çenabe çimkî çaxê em bêjin ”nem, nemlî, nemlendirmek…” ne rihek baş e. Di destê min de zêde agahî nîne. Ez nizanim kîjan varyant zêde hatiye bikaranîn. Lê ”hereme botan” bêhtir ’hêw” tê bikaranîn. Divê ji bo vê kelîmeyê nîqaş were kirin.


Hemû maf parastî ne!!

Kelîmeyên Dawî Lê Hatî Zêdekirin


Leave a comment

Leave a comment