
| Îngîlîzî: nutrient |
| Soranî: ماددە خۆراکیەکان |
| Dimilkî: xida |
| Latînî: nutrimentum |
| Hindî: पुष्टिकर (pushtikar) |
| Urdu: غذائیت |
| Yunanî: θρεπτικός (threptikós) |
| Farisî: ماده مغذی |
| Erebî: العناصر الغذائية |
| Fransî: nutritive |
| Spanî: nutritiva |
| Elmanî: Nährstoff |
| Kurmancî: Xurek |
Mane:
Xurek, di xwarinê de maddeyên cuda cuda ne ku mirov û heywan hewcene ji bo bijîn û mezinbin.
Di Hevokê De:
Su, karbonhidrat, protein ve yağ başlıca besin maddeleridir.
Av, karbohîdrat, proteîn û run xurekên sereke ne.
Di Paragrafê De:
Xurek, di xwarinê de maddeyên cuda cuda ne ku mirov û heywan hewcene ji bo bijîn û mezinbin. Vîtamîn, mîneral, proteîn û karbohîdrat mînakên xurekê ne. Xurek têne pîvandin. Mînakî, heke hûn pakêta li ser berhem xwarinê bixwînin, hûn dikarin bi temamî bibînin ka kîjan xurekên tê de hene, û bi çi rêjeyan. Nebat jî, ji bo bijîn û mezin bibin, pêdivî bi maddeyên xwurekan hene. Xurekên nebatan di axê de têne dîtin (an jî lê têne zêdekirin). Di axê de madeyên wekî fosfor û nîtrojenê hene.
Kelîmeyên Têkildar:
Xwarin: Beslenme
Xurek: besin, gıda
Qertaf(ek):
Rave:
Kelîmeya ”Xurek” ji kû hatiye ez nizanim. Di derdora botan de min seh nekirîye. Ne soranî ye. Dibe ku kesek vî peyvî çekirîbe. Bîya min divê li ser vê kelîmeyê were nîqaş kirin. Eger ji Fransî were vergirtin. Yê wisa be;
nûtrîtîf (kurdî)-xurek
nûtrîsyon(kurdî)-xwarin

Kelîmeyên Dawî Lê Hatî Zêdekirin
Leave a comment